Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Purpizêk min girte yed lakin ji hukmê firqetê Purpizêk û çîçek û sorgul di bîra min ne tê Sosin û sorgul di çîmen restinê fesla bihar Dilber im peyda nehin meyla me yekser nare tê Meylê dil çewa biçit ser purpizêk û nêrgizan Çûn ji hicrê yarê serkeş ketme pêk û herqetê Sed gul û sed sosin û sê sed binevş û purpizêk Yek pere nayê li nik dil ew di sûka mehbetê Dame ber çeşmê xezeb ew dilbera sîmaperî Sed meded pîrê muxan dîsa bikitin himmetê  Dil tijî xarê muxeylane ji hicra sorgulan Dê çisan werdê gulan bîn bikim di gel vê mihnetê Badaya safî `eqîqî ez kefê horîweşan Lezzeta kewser didite sofî nizanit qîmetê Ah û nalîn tên ji min, gestim siyeh-marê gulê Sotin û narê di dil da ew çi çeşmê şehle tê Muntezir mam salîha ber barîgahê şahê dil Lêbit sengînî neda carek qerara wesletê Ey dilo bes ke fîxan û nale ez destê nîgar Sebirke ber cumle mihnet çûn ji cananê te tê Seh ke emsalê Ereb derb-ul hebîbî ke-zebîb Îbretê bigre ji perwanê mekêşî xefletê Len tenal-ul bîrre hetta tunfîqû bişnew bî can Can nîsarê xakîpayê yarê ke bi muhletê Padîşahê hub, dema bê textê dil ba sed şukû Dîn û îman û ‘eqil mexlûb dibin der saetê De`wiyê ‘eşqê dikim zanim durux û kîzb e ew Aşiqî nabit di gel zuhd û meqamê ‘ezletê Ger neê dîwane ey "Rûhî" çira çendin zeman? Can bi kef sewdaser î bo yek peyala şerbetê *Kîzb: derew; Durux: du-rû; Xakîpa: axa binê lingî; Gestim: bi min ve da; Çisan: çawa; Xar: strî; Purpizêk: bilbizêk, celebekî kulîlkan; Yed: dest *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz