Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Qubbeê neh taqi mîna ye li min tarîk û teng Pey bi pey ez çeşmê dilber tên cîger tîr û xedeng Her zeman ber qel’eya dil muttesil, top û tufeng Sedmeta ‘eşqa nîgarê da me nêv pença puleng Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Dûr e ez* dîdarê min ew şahê textê dilberî Muxtefî ez çeşmê min teşbîhê ecsamê perî Ledxe kir qelbê me ejderhayê zulfê ‘enberî Min nevê xûbanê alem xeyrî yarê enwerî Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Mam qewî dermande sergeştî di sehrayê fîraq Şiddetê hicran li min teklîfi kir ma la yûtaq Xulxulî ‘eşqa me pur kir, xetteê Şam û Iraq Serteser exker weşim ez narê bu’dê îhtîraq Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Şaş kirim cewra hebîbê der ‘ezabê roj û şeb Kes li min lewman nekin ey zahidanê bêedep! Can ji min bir yarê ez xûbanê alem muntexeb Bêûmîd im, dilşikest im, can û dil ender te’eb Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Qet neda ahê sehergahan ji bo min hîçî sûd Bexşê dîdarek me kir bo şaha xûban her çî bûd Tê ji nalînê me her dem nefxeê qanûn û ûd Ta’inanê asîman çû ez dilê min nar û dûd Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Sed meazellah ji min dûr e, hebîba pur ezîz Wek meter her dem dibarînim evan eşkê xerîz Lew dibêjim muntezem van gotin û ş’irê temîz Dil ji ber narê mehebbet hem çû mencelpur ezîz Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Fikr û efkar im nehim xeyrî şahê nazikbeşer Weqfê dîdarê cemalê dilber im her du beser Mehwî bûn xubanê alem nezdî yarê çûn qemer Dûr ji dîdarê hebîbê ketme deryayê keder Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Qût û rûh û quwwetê dil wesletê dildarê min Sotin û ala muhebbet teb’e min, efkarê min Qubbeê eflakê sota ahê ateşbarê min Zariyê min, nalayê min tên ji derdê yarê min Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Bê ûmîd im, qelbî naçar im di narê firqetê Roj û şeb ez destê dilber lew dikêşim hirqetê Nazika şêrîn, kirim mehrûm ji baxê wesletê Eşkê germ û ahê serdem nade min qet muhletê Ah û sed fîxan ji hicra dilbera ala Fireng Leşkerê siltanê xem westan li ser dil sef bi sef Yafet im ez yumna ‘eşqa saha xuban sed şeref Eşkê xwûn im şubhê Dicle çû heta milkê Necef Emrê bêyar bûye zayî, canê şêrîn bû telef Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng Sed hezar enwayê xem der dil ji firqet bêhîsab Cismê bêtaqet di narê ‘eşqê dilber bû kebab Çeşmê pur nem, sîne pur ateş, cîger pur îltîhab "Rûhî"ya erz ke li dergahê hebîbê ev xîtap Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng *Muttesil: bi hev re; Ez: ji; Puleng: piling; Muxtefî: veşartî, sergirtî; Ledxe: pêvedan; Bu`d: dûr; Îhtîraq: helikîn, mehfbûn; Cewr: dijwarî, zorî; Mencel: tirpan, das, mengene; Beser: çav; Eflak: felek, felekin, ezman; Hirqet: şewat *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz