Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ketme êşa cerh û zexman ez ji qewsa* rûheval Mislê baranê dibarin tîr ji wan muşganê al Keşmekeş tê da me ez alem li ber çeşmê xeyal Dilber im tirsa ye natirsit ji zenban* û webal El-eman sed el-eman ey mexbeça* gerdan-xezal Fikrê min ew qameta şimşadî ye der roj û şeb Roz û şeb yeksane yekreng e ji bo min der teleb Goşê ber qewlê reqîban kir hebîb im bê sebeb Min ji ber derdê fîraqê pare bû cerg û kezeb El-eman sed-el eman ey keckulahê* rû-bi-xal Sed hezar sewgendê min ewtadê zulfê xem bi xem Hem bi an tacê Qûbadî kec wekî şahê Ecem Nabitin dil yek nefes xalî ji seffê derd û xem Bes ke tetwîla* firaqê came ketye ber elem El-eman sed el-eman ey şox û şenga pur delal Sed sebahul-xeyrê* min ber xakîpayê dilberê Îsewî teb’ê, kubarê, nazikê, dêm-enwerê* Çeşmê hûrî, werdê* curî qedd û qamed ‘er’erê Der lehîbê* ateşê ez ketme pencê beglerê El-eman sed el-eman ey bejn û bala î’tîdal Min ji narê bu’d û dûrî, cerg û dil têk bû kebab Şefqe* ke ber min feqîrî bêkesê can der ‘ezab Werdê me subh û mesaya*, leyte nî kuntu turab* Ah ji destê zilmê te, min dîn û dinya bû xerab El-eman sed el-eman ey nazika qenc a şepal Min ji zatê dilberê weslek bi zarî kir meraq Zalima tirsa bi çi naket bi min re îttîfaq Bûme der çerxê firaqê mislê bedra der mehaq* Muntezir* mame ji bo rehmek di nîv narê firaq El-eman sed-el eman ey çeşmê ebrû der qîtal* Bax û bostanê biharê têk me bû beyt-ul hezen* Xulxul û awazê ‘eşq im çû heta Şam û Yemen Çûm hilak ez firqetê firyadê min Weys-ul Qeran Xemzeyê çeşmê di şehla can deranî ez beden El-eman sed el-eman ey şahê ew rengê cemal Can ji te’sîrê fîraqê ketye halatê şedîd Narê ‘eşqê ba diket her sa’etek hel min mezîd Tên ji van curhê di kul her dem hezar xwûn û sedîd Dil di sehrayê fîraqê maye nalan û wehîd El-eman sed el-eman ey zilm û te’da bêfesal Eynê canê der beden hem qeweta sem’ û beser* Bo minê bêçare ke carek bi şefqet yek nezer Dûriya zatê hebîbê nar û pêtin der cîger Bûm ji asarê* mehebbet bê sikûn û bê meqer* El-eman sêd el-eman ey çeşmeê abê zelal Wesfê zulfû xal û purçem min di zimmet de ferîd Ger çi hicranê bike ser min tewîl û hem ‘erîd Der qezayayê mehebbet nakim ez eks û neqîd* Şemsa* dil derket ji ewcê maye der nûqta hedîd* El-eman sed el-eman ey çêtir ez milk û menal Şerbetek abê serahê bexşî ke beran feqîr Da ji ihsana te carek cebrî bit qelbê kesîr* Bendeyê pîrê muxan im ey şehînşeh destegîr Sakinê dêr im ji bo Îsaiyan mame esîr El-eman sed el-eman ey min ji hicret nalenal Tîr û rim pey pey dibarin ber dilê kul bê ’eded Şewqê yarê keckulah, têk pare kir cerg û kebed Xaif û lerzende me ez ketme nêv pencê esed* Derdê hicranê qetî kir canê şêrîn ez cesed El-eman sed el-eman ey husna sûret bêmîsal “Rûhî”yê dilkul ji bo te erdî kir halê ‘ecîb Belkî rehmet kî li ser min bêkesê miskîn, xerîb Erdê xizmet kir me îna xakîpayet ev ketîb Pur melûl im, pur hezîn im, dil bi derd im, can-kebîb El-eman sed el-eman ey şahidê zîba* xîsal Qews: Kevan, bi awayê kînaye birû; Zenban: Guneh; Keckukah: Kum-xwar, kofî-xwar; Tetwîl: Dirêjkirin; Sebahul-xeyr: Rojbaş; Dêm-enwer: Rû-ronî; Werd: Gul, kulîlk; Lehîb: Pêt, agir; Şefqe: Dilovanî, şefqet; Mesa: Êvar; Turab: Erd, ax; Muhaq: Girtin, Muntezir: Çavdêr, Qîtal: Qetl, herb, kuştin; Beyt-ul Hezen: Mala keserê; Neqîd: Vajî tere; Şems: Ro, tav; Hedîd: Hesin; Kesîr: Şikestî, parçe; Esed: Şêr; Zîba: Bedew *Ji Dîwana Rûhî, r: 58-61, Weşanxaneya Belkîyê Deşîfrasyon: Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz