Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hey werin yar û bira carek ji min kin yek sual Da ji bo we bêjim ez asarê te’b û suê hal Halekî şiddet-qewî tê da me roz û şeb muqîm Ta bi wextê fecri sadiq min fîxan û nalenal Narê hicra te li ser min zêde xurbet ah û ah Çendî zehmetkêş im ez firqet li min bûyê kemal Îxtiyare piştî kûz bûme ji hicra dilberê Sed hezar sal e bi çavan nediye min parê şepal De çesan nalîn nekim ahan nekêşim roz û şeb? Nemîeî ed’ef çewan erd û sema ket îhlîmal Jan didit dil ba cîger sota li min sînc hunav Cumle e’da derdîdar in têk kebab in ey heval Şubhê Yûsuf zîrê zîndan mame mehbûs û hezîn Qet nego carek Zuleyxaê çi hal e bêmecal? Çend hezar fikrî tên qelbê melûl ê xem zêde Xurbet û rahê beîd û hicrî mehbûba ddlal Narê Mûsa min ledun Îsa ji şewqa dilberê Nûra Wadî Eymenê bû der cîger min iştîal Dilberi bala qiyamet ger nebînim der buhişt Yek qedem ger deynim ez ey dil mehal e, sed mehal Mubtela Eyyûbiweş bûme di hicra dilberê Erq û asab im ji hev weryane nabin întîqal Çendî caran bê’eded der bûteyê hîcranî te Wek zêrê xalis’eyar î ser mehek ez bûme qal Qalî bûm bê gaz û çakûç û nefax û kûre-nar Yek nezer wextê ku da min şeng û şoxa çavxezal Şu’ledar im serteser ateş dibarit min ji ah Bê du ebrûyê hîlal im dil me bû koyê zîxal Nagihê Selma xwo ey dil, reş bipoşe matemê Hêstirê xwûn ên dibarîn dûr ketî wextê wîsal Arezûmendê te me, ey şahê textê dilberê Zêde sewdadar im ez wck teşneyê abê zelal Yek gedayê dergehê ‘alî me ey canê cîhan Sal û meh gerden-kec im bo şewqa dîdara cemal Xerqeyê girdaba hîrman im Xuda rê hîmmetê Ah û feryadê me da xelqê cîhan yekser melal `Wed-duha Wel-eylî` werd e, ser zebanê min muqîm Çûn ji ewwel wechê te sanî dizanim zulf û xal Çendî bê însaf û rehm î, şefqetek nakî li min Bexşî yek dîdarê te, can û dil sed milk û mal Yarê min girtî xezeb avêtime paş kohê Qaf Bîm û ummîd e tecellî ser me ez perda Celal Ahuyê wehşî medam lê da ji nîva qelb û dil Min nizanî murxê canê min bi kakil bit ‘îqal Xusrewê xûban kirim yexsîrê çeşmê reşbelek ‘Uşrê mi’şarê beyan nakin hezaran qîl û qal Wesfê derdê ‘eşqê dilber çûn mûfessel nabîtin “Rûhî”ya mucmel te got, lakin bike teyyê meqal *Mucmel: kin, kurt, qut; Murx: teyrê sîmir; Medam: hertim; Hîrman: bêçare, bêhêvî; Gerden-kec: stû-xwar; Geda: parsek, xulam; Teşne: kesê tî; Arezûmend: xwestî, xwazgînî; Şu`ledar: bi Çirûsk, têr ronahî; Nefax: pifkirin; Wadî Eymen: newala Eymenê, Hz Mûsa li vê newalê bi Xwedê re axiviye; Çesan: çawa; Kûz: xûz, qof, qembûr *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz