Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji ‘eşqa dilbera nûrîn, şeb û rojan me xew naê Esîr û bendewar im ez, di nêv ‘uşşaqê dinyaê Dema wechê mubarek tê, muqabil ateş û nar im Muheyer ez li zulf û çeşmê, nazik bejn û balayê Fîxan û ah û nal im ez, dilê mecrûh û serxweş tê Fîraqa dilberê zor e ku aşiq lew sebir naê Hebîb û dilrûba û nazik û dilber suxen şêrîn Nedî min wek te xanim, aşiqan yekser dilan daê Were rûnê li textê dil, nezer de aşiqê şeyda Ji ‘eşqê wek hilalê, ta û derzî jê xeber naê Dema dem hildibe der dil, hezar ateşge heya Rebb Te suhtim şubhe perwane, ji ferqa ser heta paê Bi naz û awirê yarê, te kuştim nazenîna min Nîqab ez rû tu bavêje, ku ez bême temaşaê Di mektebxaneye ‘eşqê, ez Ferhad û tu Şerîn î Di babê serxweşî mestî, ez Mecnûn û tu Leyla î Bi qurban bim ji bona çeşme şehla, qameta yekta Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê ‘Eceb şerîn-xeber xonce-dihen, nazik beden ya Rebb Perî-peyker, sifet-horî, melek-teb’ û şeker-xaê Li le`lê lêv û dindanê, sedef bû “Rûhî”yê aşiq Zeîf û jar û neçar e, ji ‘eşqa we dilaraê Xonce-dihen: dev-gonce; Nîqab: perde, rûber; Suxen: gotin; `Uşşaq: aşiq, evîndar *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz