Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Aşiq: Sed tehiyyat û selamê padîşahê la yezal Her mukerrer bin peyapey zêde lê enber-şemîm Saf û rewşentir ji cer’a kaseya xemra helal Ermexanê hedretê can bexşê dildarê kerîm Maşûq: Hem selamê canfîzayê padişahê qudretê Pertera wechê te lê bit dem bi dem her saetê Zulfê şeb-reng im şemîma mişkê tatarê de tê Bit li canê aşiqê min her sehergeh ba nesîm Aşiq: Dilberê hatim bi zarî payê dîwanê refî Ba dil û sergeşte û çeşmê terr û sewtê xeşî Sed niyazê min temaşa kim demê husnê bedî Bendeê siltanê xuban im, ta ji ezmanê qedîm Maşûq: Nik me m’elûm e, esîrê bêkeş ê aşiq li min Bêumîd î, xeyrî min zanim ji însan û ji cinn Rengê min weslek bida te bêdilê hesret mezin Lê reqîp guhdarê ser me şubhê Şeytanê recîm Aşiq: Bûm hilak ez hicra cansozê te yarim, eî-eman Şubhê kohê Qaf e qelbê min ji ber derd û xeman Ah û feryadan dikêşim ey nîgar im her zeman Şu’leya hîcra te sotim bêhtir ez narê cehîm Maşûq: Bes tezellum ke ji destê firqetê pur derd û xem Ateşek berda dilê min te ji kelamê ba elem Wextê şefqet kim li te zulfan vekim şubhê ‘elem Narê Nemrûdî bikim ser te wekî baxê ne’îm Aşiq: Muntezîr mame di nêv pêta firaqê roz û şeb Çeşmênêr û guh li rê ye yek bi yek ba ferh û tereb Kes nehin bi nik me carek ey şehê alînesîb Her wekî Yûnis di behrê der zikê hûtê `ezîm Maşûq: Ger mûyesser bit ji bo me meclisek xelwet-kemal Kes ji bedxahan nebit hazir li meydanê cemal Find û fanosan vekim bo te ji zulf û bisk û xal De tecellî kim li te carek çi Mûsayê Kelîm Aşiq: Ez geda me bo tecellî lerze me ber asîtan Serxweş û pabeste daîm, ey şehê kêşwersitan Derdê ‘eşqa te li min sed murxîzar û bûsîtan Hate destê min ji ‘eşqê canê min teb’ê selîm Maşûq: Bo te bêjim aşiqê min qenc li nûtqê guh bidêr ‘Eynê iksîr im bi husnê mes dikim teşbîhê zêrr Rubehek na kes bi wê ‘eşqa me da te ismê şêr Hem çû Luqman im bi weslê xweş dikim qelbê seqîm Aşiq: Sefqe ke siltanê xoban zar û bêzarê te me Melhem û derman bide dîsa birîndarê te me Qeyd û zincîr in di zend û pa giriftarê te me Şahidê şêrîn-suxen bukşa derê lutfa ‘emîm Maşûq: Aşiqê min, ger dixwazî wesla dilber bil nesîb Lazim e bi pêt û agir dil bikî yekser kebîb Da temaşa kî ji canan işwe û anê ‘ecîb Safîdil be dil meke derheq nîgarinê ze’îm Aşiq: Bû telef ‘emrê ezîz im der firaqê ateşî Bêkes û zarê te me bes ke li min ev serkeşî Kewkeba çerxa berin î, hem şeh î hem mehweş î Paşê pîr bim yan neqil bim dê li ser min bî nedîm Maşûq: Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh Zanim ez nayête destê min aşiqê çendîn melîh Abê heywan im bixwo hem nefsê enfasê Mesîh Dê li te pîrî bedel kim, hey bikim ‘ezmê remîm Aşiq: Çi bikim ez Dîcle diçî pêl bi pêl ta milkê Ereb Lê çi fayde zar û mehrûm im, feqîr im teşneleb Her ji ber bêkamî yû bêçaregî ker bû kezeb Nabe carek zû di tirbê ey senem ber min rehîm Maşûq: Serxweş û bi yarê nîn e ser te mîsqalek herec Hem ezîz î nezdê min ez xeyrê xud yan sed derec Bişnew ez men nukteê es-sebru mîftah-ul ferec Sebrê kc da bo te tertîb kim îlacê sed hekîm Aşiq: Ez dizanim sebr e mîftahê ferec li der beden Cayê sebrê min nema çi bikim îlacê ey semîn Muhbet û ‘eşqa te xiste gerdenê dil sed resen Îltîfat û suhbetek nakî bi wan şevê besîm Maşuq: Tên zi her beytek te şêrîn bêhn û bûya nafeya Lezzeta me’nê didit teşbîhê xemra şûşeya Nîm e ez bi hub, welê mani’ li min perda heya Hem reqîbê kafirê bedxahê cessasê nemîm Aşiq: Şehsiwarê erseya husnê li min ke şefqetê Aşîkar e ger nezer nakî bi xef ke rehmetê Xemze tên şubhê xedengan ketma xewf û xeşyetê Bendedaran, şahîbazan nakujin seydê herîm Maşûq: Xem me xwar seydê qedîm xaneê helqe bikoş Zulf û bisk û xal dihatin bo te feryad û furoş Mujde behra şefqeta min ser te hatî pêl û coş Çend qedem pêş de kerem ke seyr bike lutfa ‘emîm  Aşiq: Minnet û sed minnet e ber aşiqî bêdil te kir “Rûhî”yî wa mende ra genca kerem dîsa vekir Perde avêtî ji ber dêmê, me halê secde kir Lew di nêv ‘uşşaqê alem, ez bi weslî bûm wesîm *Genc: Xezîne; Wesîm: Rû-xweş, rûgeş; Bedxah: Fesad; Cessas: Sîxurr, casûs; Nîm: Nîv, nîvî; Teşneleb: Lêv-zuha; Ker: Parçe; Ze`îm: Serok, mezin; Abê Heywan: Ava Jîyanê; Şêrîn-suxen: Şêrîn-gotin, şêrînkelam; Asîtan: Dika derî; Muntezîr: Çavdêr; Tereb: Coşî, kelecan; Xub: Baş, bedew; Refî: Bilind: Nesîm: Bayê sibê, bayê hênik; Mişk: Misk, bêhna xweş (xezal); Mukerrer: Tekrar, dubare; Enber şemîm: Bêhna xweş *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji Dîwana Rûhî, r: 75-80, weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz