Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Îd e îro bê qerar im ez ji feqda dêm-durrê Bê hebib im, bê hebîb im, bê hebîb im, bê hebîb Her kesek ba yarê xwod meşiyan di sehreyan Ii rê Pur keîb im, pur keîb im, pur keîb im, pur keîb Îd e keyf û şahî ye nêv xas û ‘amê xulxul e Yekyekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e Nîn e der qelbê me bestek, çunkî mecruh û kul e Bê tebîb îm, bê tebîb im, bê tebîb im, bê tebîb Îdeyan yarê xwe girtin çûne seyra gulşenan Muntezir ba saxir û reyhan û werd û sosinan Lê tenê mame di gel eşkan di kuncê, gulxenan Bê nesîb im, bê nesîb im, bê nesîb im, bê nesîb Subhê îdê her kesek der geşta sehra rengereng Ser me ez xem cem’i bûne leşkerê Rom û Freng Der binê narê fîraqê keftime bê yar û şeng Ez xerîb im, ez xerîb im, ez xerîb im, ez xerîb Rojê îdê tarî ye wek leylê bê şem’ û çira Ser xerîb û bêkesê dûrbit ji yar û hogira Şadiya îdê li min huzn e gelî yar û bira Dilkeîb im, dilkeîb im, dilkeîb im, dilkeîb Dê çawan îdê temaşa kim li keyf û şahiyan Çunkî muhlet nakevîtin dil ji ah û zariyan Dûr û mehcûr im ji yarê ser refê qaz û siyan Na qerîb im, na qerîb im, na qerîb im, na qerîb Îdeyan iftar kirin dîtin mehê nû yek bi yek Saim im hêja me nediye me li ser çeşmê belek  Cumle ba yar in firaz in lê tenê ez tek bi tek Der neşîb im, der neşîb im, der neşîb im, der neşîb îd e, nik xelqê temaşa ye wekî fesla bihar Nexmexwûn in her kesek ber werdê weslet sed hezar Gul me wenda ye di hicranê dinalim zarezar Endelîb im, endelîb im, endelîb im, endelîb Gerçî îro îd e ema cergê min ateş ketê Dil tehemmul naketin seyra riyadê cennetê Min hebîb nexuya ye weyla ketme pêta firqetê Bê şekîb im, bê şekîb im, bê şekîb im, bê şekîb Îd e û her kes li keyf û şahiyê ev rojê îd Ez tenê mame di kuncê namûradî bêûmîd Cumle aşiq sûrxêrû lê ez di vî halê şedîd Şubhê sîb im, şubhê sîb im, şubhê sîb im, şubhê sîb Îd e sahibyarî ba yar in, dikin geşt û guzar Min ji mehrûmî nema qet sekne û sebr û qerar Nîn e der dest im ji mehcûrî zimamê îxtiyar Dilferîb im, dilferîb im, dilferîb im, dilferîb Min ne Newroz e, ne îd e, min ne keyf û ne surûr Dil ji hicranê melûl e, nabitin şad û sebûr Gerçî halen der firaq im, lê bi qelbê sade nûr Der rekîb im, der rekîb im, der rekîb im, der rckîb Îd e, mehcûr im ji yarê nazik û xed sorgulê "Ruhî"yê ulwiyye, emma ketme derka esfalê Lekî çûn bû mûbtela bê hed selef zatê welê Mustetîb im, mustetîb im, mustetîb im, mustetîb *Mustetîb: paqij; Esfal: jêr; Rekîb: li ser pişta hespan siwarbûna li paş siwarî, rikêba hespan; Surûr: kêfxweşî; Dilferîb: Dil-xapandî; Zimam: Hefsar, rişme, gem; Şekîb: sebr, tebat; Endelîb: Teyrê dengxweş, bilbil; Werd: gul; Gulxen: Pixêrî, somîne; Qerîb: nêz, nêzîk; Der: di; Saxir: Şûşe, qedeh; Keîb: Kul, xem, derd; Mecrûh: birîndar *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz