Kesk û sor û şîn û zer, narencî û mawî û reş
Sef bi sef seyran konan, tên dilberanê mahîweş
Wek di nîsan rengereng, çîçek vebin der murxîzar
Muxtelit bûn têk di çîmen leşkerê Rom û Hebeş
Sed hezar Leyla û Şêrîn û Zuleyxa der xiram
Çeşmê şehla, serwî-bala, xunce-dêm elfazê xweş
Dîn û dil yekser ji min bir van şêrînan bê futûr
Ey gelo qat’i terîqen ev perî rûyan guleş
Dil yek e, dilber hezar in mam teheyyur el eman
Bidme kê meyla evî qelbê birîndar î nexweş?
Mislê perwîn e sema cem in di çîmen lale-rû
Fewcefewc in der temaşa heft û heyşt û pênc û şeş
Çunkî ev dilber gulê cûr in di gulzarê cemal
"Rûhî"ya wek bilbilan her dem bibe efxanî geş
*Beser: çav; Eflak: felek, ezman; Hirqet: şewat; Murxîzar: hêlîn, ciyê teyran; Xiram: evîn, meşa nazenîn; Fewcefewx: Pêl bi pêl
*Deşîfrasyon: Xendekî
*Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön