Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Çi yarek min heye şêrîn tebarek Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Di subhê îdê qurbanê mubarek Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Heta kengê bisozî qelbê naçar? Bi vê hicrê giranî rozê xeddar Tesellîkê ji bo qelbê birîndar Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Ji min yekser te bir ‘eql û kiyaset Li nik min nîn e qet fikr û feraset Bi vê hicrê te, kuştim hinde zahir Misilmanî neyî tersa û kafir Bike îhsan li min bêçare axir Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban ew qeda wekî serwê baxan Bi heyran xalê reş leşbîhê zaxan Bi weslek, xweş bike van curh û daxan Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Qesem billah hezîn im, dilnîgar im Elemkêş im, feqîr im, daxîdar im Kubarê bes ke ey yarê kubar im Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Ela ey dilbera bêmisl û manend Siye çeşmê, elîf enfê, sipî-zend Bi rehmet min veke ez qeyd û ez bend Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban bim, ewê dîdarê şêrîn Bi heyran bim, ewê balayê nûrîn  Demek merhem ke van curhê di pur xwîn Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi wan zulf û bi wan çeşmê xezalî Digel ew cîlwê û naz û delalî Kirim yexsîr û sewda labûbalî Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban bim qed û bejn û dilara Ne ez tenha Semerqend û Buxara Veke babê kerem carek Xuda ra Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban bim, bi heyran bim şeb û roz Bes e gotegeh va nazê cîgersoz Wucûda min cedem kir hicra dildoz Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Wucûda min mehû kir hicra dilber Dil û dîn daye yexma cumle yekser Li min rehmet ke ey dildarê esmer Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban purçem û kîsû û xalan Di gel wan awirê çeşmê xezalan Te ez kuştim bi van naz û delalan Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Gelo dîsa bibînim ez `eyanî Ku dildar im nîqab ez dêm hilanî Bi nazî saxirek pur bade anî Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Xwezî carek bidîta min bi dîde Ku yarê nazikê xwûb ê guzîde Bihata xelweta min hicredîde Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bi qurban zulf û çeşman qed û qamet Dewa ke qelbê min carek bi rehmet Di hicra te nema min keyf û rehet Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bizan ez bilbilê werdê cîhan im Di ‘eşqê de yeqîn şahê cîhan im Şev û rojan ev e werdê zeban im Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Çi kewkeb min heye der burcê esman Ku peyda nabe ez dilber tu nîşan Li min şefqet ke carek ez biheyran Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Evî qelbê te seng e, yanê polad Bi vê zilm û te`eda bûye mu`tad Bike carek minê bêçare dilşad Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Nikarim hemle kim barê fîraqê Bes e hinde dirêj ke ihtîraqê Were ser îtîhad û îtîfaqê Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban Bes e "Rûhî" heta kengê dirêj kî? Heval û haziran bîlcumle gêj kî? Bibêj wextê duayê çûn limêj kî Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban *Kiyaset: keys, mecal, feraset; Zax: qijik; Manend: bêhempa, yekta *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz