Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Rûyet-siyeh bad ey fîraq, cergê me sota serteser Herdem bi şewq û iştîyaq, qelbê me kir zîr û zeber Zîr û zeber qelbî hezîn, daîm bi feryad û girîn Hem ah û efxan û enîn goşê sipehrê kirye kerr Aciz melaîk bûn heme, ji bangê bi soz û demdeme Gêj bûn cem’iyê alem e, ey dilbera nazik beşer Ey dilbera rûx-afîtab, sotim di hicrê bûm kebab Îhsan ke yek camek şerab, îhya bibit bendê cîger Îhya bike vî bêdilî, carek bi dêmê sorgulî Wek cilweheyê bilbilî, bêtin ji min sed fetl û gen Sed ah û zarî cangudaz, têtên ji nêv cergê nesaz Sergeşte der şîb û firaz, teşbîhê zeybeq bê mefer Teşbihê zeybeq pur ‘ecul, emma nebim carek wusûl Dil ma di hicranê melûl, bê gazî yû dad û mefer Bê gazî yû feryad êres, efxan ji min tên wek ceres Carek nego ey bulhewes, mekşîne ev çendîn keder Ekdarê min çendîn hene, saet bi saet zêde ne Têk hesretê çeşmê te ne, dil bû wekî narê seqer Têk şubhetê narê cehîm, her fî semûmîn we hemîm Zehmet dikêşim ez muqîm, hicra te çêkir ev xeber Hicra te da min ev elem, bi ‘eşq û mehebet bûm elem Lîllah veke babê kerem, rewşen bike min wek qemer Wek bedra nêv hindî sema, berfê li min de çend dema Da ez bikêşim van xema, bim serflraz ez yek qeder Dê serfîraz bim şubhê şah, ger dilberê zerrîn-kulah Carek li ser borînî rah, îhsan li min ket yek nezer Îhsan li min ket yek wîsal, ew nazika gerden-xezal `Eşqa me dê bigrit kemal, yek car ji perdan bême der Bavêjim ez perde û hîcab, risweyê alem bêhîsab Bo dilbera alîcenab, efxan bikêşim her seher Zarîn bikim wextê seba, bo şahidê mesken Seba Sed ehl û pansed merheba, ey derdê yarê muteber Derd û birîn min bê ‘edet, têk pare bûn cerg û kebed Hey dad û bêdad û meded, min ‘eşqê pur xwef û xeter ‘Eşqek xeddar çêbû li dil, sergeşte bû bê came mil Dîsan ji nû cerhê di kul, bû zêde pansed dax li ser Sed daxê der qelbê hezîn, dilber were carek bibîn Min çû ji dest dinya û dîn, yexma kirim Tirkê qecer Yexma kirin Rom û Hebeş, bîmar û mecrûh û nexweş Mam bendeyê xalê di reş, heta dema heşr û neşir Wextê qiyamet saetê, bê werdê baxê wesletê Wellahî naçim cennetê nadim li fîrdewsê nezer Serfê beser wechê hebîb, yekser di nêv alem xerîb Ey wa’izê gotin ‘ecîb, we’za xwe bigre muxteser We’z û nesîhet kin bike, teqrîrê bes gotin bike Wesfê hebîba min bike, da çêbitin der dil eser Da çêbitin der dil tereb, Tirk û Ecem, Rom û Ereb Guh din bi qanûnê edeb, ser ah û kovan û keser *Xwef: Xof, tirs; Yexma: talan; Muxteser: kin kurt; Tereb: Coşî; Pare: parçe; Cangudaz: Can-kuştin; Zeybeq: civa; Ekdar: keder, keser, keserin; Narê cehîm: agirç dojehê; Qemer: Hîv, heyv; Bedr: hîva çardeşevî; Zîr: zêrr; Goş: guh; Sipehre: ezman, şens *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz