Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Derdê me qey ne bes bû, dilber jî xwe bi ser da Hebû me yek dilek kul, derkete çû ji derda Çehvên di reşbelek ew, gava me tên di bîre Sewda û hiş diçin tev, dibin wekî esîre Ê kû me kuştinin ew ebrû, bijang û lêv in Xal, nuqteyê li ser sûretê ku felqesêv in Xem û xiyal me her tim cot-ejderê kezînî Ew awirê hezînî çav qirpandin dizînî Singê wê girtîxan e, dil tê da maye girtî Wek dergevan dipane, cot memikê veşartî Carnan ku tête xatir, xewnê şevan me nayê Nalîn dibit me hevrê, wekî nexwoşê tayê Hesreta dîtina wê, çêkir birîn di dil da Manin dikin tesellî, bi dîtina di xew da Gava di xew dibinem wê heykela cemalê Gellek zeman dijîm ez, di nava wê xeyalê Pur hêvî û dexalet Serda kir ji şirînê Manin dibên gelo ka, şefqet bike bi dînê *Wezn: Mefûlu / Fa‘ilatun / Mefûlu / Fa‘ilatun *Ji dîwana wî Derdê Welat, rr:34-35, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz