Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bê te ey serwê rewan, ba gul û gulşen çi bikem Sunbul û reyhan û sosin çi ne, ez pê çi bikem Ah ji destê van reqîban, min ruwê te têr nedî Nîne gul bê xar û xweş bê nexweşî ez çi bikem Here ey nasiho, ber derdikeşan ‘eybê negîr! Di ezel ferman ev e, ew çi biken ez çi bikem Ger ji perda xeybê bê der agirê ‘işqa te jî Tu biferma ku ezê suxte xerê min çi bikem Şahê dilber, ger bi zindan min bişîne rojekê Destegîrê min nebe lutfa tehemten çi bikem Rehberê, ger bi çiraxê neke ew ateşê Tûr Çare bo şevtariya “wadiyê eymen” çi bikem Ey dila! Cenneta ‘alî ciyê bavê Adem e! Ez ji sekna xwe di vê xana xerabe çi bikem *Wezn: Fa‘ilatim/Facilatun/Fa‘ilatun/Fa *Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 110, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz