Weqtê ‘eyşê cam e saqî kar û bar
Hêvîdaran ra nehêl der întizar
Ji xiyala gulê rûyê tu meger
Deşta singê min bûye gulzarê yar
Ji wê roja ku bibûm mensûrê ‘işq
Bendê zulfê te kişand dil ra bi dar
Bêna gul têtin ji doşek her seher
Lewra her şev bo xiyalet der kenar
Dil neke ji çûna meyxaneyê teng
Lewra bo van dînê ‘işqê nîne ‘ar
Bulbul bona hatina qasid ji rê
Çav wî maye li ser rê bendewar
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 122, 2018, Nûbihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön