Di ezel gava ku yar taze dihatin girtinê
Ji hemî rind û çelengan mi bijartî te tenê
Ta ji wê rojê ji cama te giran serxweş û mest
Agirê Işqa te wek dozêx e ku em ketinê
Tu mecal êdî nedî me mane bê sebr û qerar
Qey ‘ezabê axretê em dikişînin di dinê
Meke nazî çikû gava tu dikî nazdariyan
Ew dimîne ku bide rûhê me terka bedenê
Vê zivistanê zoriya te em birîne ji hal
Çer dibe ma tu demek bînî biharê bi kenê
Roj û şev karê me tim axîn û oxîn û hewar
Ma tu zanî te çi anî vî serê min rebenê!
Ramûsanek ji delalê bi du sed zarî mi xwest
Wekî bêj “ev nabe caran!” Kir îşaret bi çenê
Pur xebat kir wekî dil em vegerînin neqeda
Tev jî bê feyde çiqasa em tesellî didinê
Jixwe ser yek me heye, wî jî li me jêke welê
Ramûsanek bi me de j' lêvê tenik ji gerdenê
Te bi wê şox û şepaliya xwe qelbê me dizî
Qene rûtirşî meke carek li halê me binê
Lê bişînî ji nûşînî ji çehvan wek rim û tîr
Qet bi carek nadime terka te hetta mirinê
*Wezn: Fa‘ilatim/Fa‘ilatim/Fa‘ilatim/Fa‘ilim
**Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 32-33, 2018, Nûbihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön