Hey dunya, dibê qey qe nedît min wê delalê
Wer zen dikî jî nejîn em bi hevalê
Fikra te ne baş e lewma çerxa te xwar e
Ma qey tu nizanî çav li rêya wî dimîne
Ez ku bimirim zanî di dilê min çi d'mîne
Zanî du çavê min li pê çi dimîne
Mal û pere bê jî ji xwe ez bê wan im
Bê lêv û bijang êdî ji min çi dimîne
Ew agirê jiyanê ku te wî hilkiriye
Hêj ta ji ezel rûhê me te werkiriye
Dozex bixwe ye va dişewtim tê da Gotin tune lê bi tiştê me vê kiriye
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 77, 2018, Nûbihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön