Bîna zulfê yarê anî seherê bayê seba
Ser bi ser bûye xweyê bîn kişwerê Çîn û Xeta
‘Endelîbê dil çi weqt bîra xwe anî rûyê yar
Çûye eflaka seraser zarêna “wa hesreta!”
Mestê cama firqet im Mecnûnê çola hîret im
Nahebînim ez tu cara baxçeyê zewq û sefa
Weqtê îhsan lazimê teb‘ê wî ye ev layiq e
Nexweşê hicranê ra tim ew bike cewr û cefa
Bulbula! Ez qet nebûm pabendê zencîrê cunûn
Lêki Leyla min kire Mecnûnê yarê bêwefa
*Wezn: Fa'ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilim
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 114, 2018, Nûbihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön