Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilber çi şox û şeng e, sîmên li dor cebînê Navkêlzirav, çeleng e, te'nan dide li Zînê Baxçe û bax diqarin, her lehzeyan bi ken bî Binefş û gul dibarin, dindan ku têne dînê Gerden bilind û 'êlî, xalek li bin çenê da Kofî, kitan û xêlî, ça tên li wê şirînê! Biskê siyah wekî mar, xwuşîn tilîn e çengel Dêmê sipî li bin tar, zulfan dike şevînê Bostan e singê dilber, lê cotekî şemamok Gehîştine dikin zer, hatine ber çinînê Çavên di reş tijî xew, têk mane mest û serxweş Bê serfîdakirin ew, nayên tu car kirînê Rabe ji xew ku lê kem, avê li herdu destan Çavan bişo ku çêkem, cîkî li şehnişînê Kerem bike bi dewlet, îro me padîşah e Wer bîn te tali' û bext, rûnê li textê Zînê Bi wan tilînê narîn, hilde qelem ji masê Qanûnekê derbixîn, ji boy girt’yê evînê Zanî gelo çiqas can, tev jî bi qeyd û zencîr Rêpanî karê wanan, rêya kezîzerînê Curmê di wan ‘ebîdan, pur bê hesab giran in Manin di bend û qeydan, lew vanê mexbeçînê Kî nahebîne Serda, bejna zirav û narîn Gava porê xwe berda , misk û gulav û bînê *Wezn: Mefûlu/Fa'ilatun/Mefûlu / Fa'ilatun *Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 30-31, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz