Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min ji roja ku ji dil ra zulfê yarê bûye dav Perdeyê namûsê ker kir wek pêsîrê sed şikaf Ev çiqa sal e ketî û mestê cama firqet im Saqî ez meyxaneyê weslet tu bîne camê saf Çî ye bulbul ev qeder zarîn û ah ber şaxê gul Kesê ku ‘aşiqê rast be vedike bê fayde laf Tu dibêjî ‘aşiq em, aya dizanî ‘işq çî ye Ji giranî barê ‘işqê xwar û xûz kir pişta Qaf Sirrê ‘işqa yar ji yê wek xwe tu cara tu mepurs Bo kesê hîsab nizane her yek e hindik û zaf *Wezn: Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilim (Fa'lun) *Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 118, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz