Dilber ku pir Şirîn e,² ez bûme mislê Ferhad
Nakem tu car yeqîn e, peyda bikem dilek şad
Şîn û girîn me kar in, ez bûme reşgirêda
Bi ser de jî bibarin, lew bûme mest û şeyda
Herçî ku lafezan in, dibên me ev çi hal e
Her hal e ew nizanin, dilber ku pir delal e
Ger nas bikin şirînê, nakin gilî û gazin
Derman e j’ bo birînê, eva ku em dixwazin
Qaz werdeka golan e, em kir’ne aş û baş e³
Çavreş j’ kan’ya kilan e, lew jê re mane şaş e⁴
Ebrû wekî hîlal in, gava ku nû xwiya bit
Bijang mesafe-sal in, manin hezîn û sabit
Enî hîva li çarde, wesfê wê ger bibêjem
Diçin sibat û mard e, ez hêj hubrê dirêjem
Sûret wekî hinar in, gulang wekî gula zer
Bulbul li ser dizarin, bi terzekî seferber
Lêvê tenik timî ter, dindan sedef di bin da
Çena rind û gilover, ferman dixwîn li rinda
Singê wê deşt û zozan, textê Selahedîn e
Li ser wê defw û dozan dikin her çî wê dîne
Gurz û kemendê Şêrkûh, ew memikê gilover
Delal û nazik û nûh, eqil j’ serî dibin der
Bejna zirav wekî şev, rojan dixîne gorê
Xanan û Xalidan tev, ser danîbûn li wê rê
Ez çer wê nahebînem, wê kaniya heyatê
Bona ku wê bibînem, ez lê bikem xebatê
Çiqas ku bextiyar e, ew kesê wê hebandî
Tarîx ji bo wî yar e, ger biger mislê Xandî
Dilber çemê jiyan e, derdê me derdê welat
Serda Selahedîn e, canê me jê re xelat
1 Ev helbest Di (TÎD)ê de bi navê “YARAM 1” e û bi çarinan
navbera xwe de bûye du qet û vegeriyaye çarînan.
2 ku pir Şirîn e: “perî Şirîn e” (TÎD)
3 em kir’ne aş û baş e: “yeqîn ku êdî baş e.” (TÎD)
4 “Çavreş kan’ya kilan e, em kime aş û baş e” (TÎD)
*Wezn: Mefûlu / Fa‘ilatun / Mefûlu / Fa'ilatun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 28-29, 2018, Nûbihar
*Deşîfrekirin: R. Xendekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön