Nîne kes ra ji kemendê serê zulfê te xelas
Dikujî ‘aşiqê miskîn û natirsî ji qesas
Aşiqê dilperitî ger nekeve çola fena
Nabe ew qet di herîmê şahê ‘işqê ji xewas
Awirê çavê te yê mest bir ji Rustem Zalê dest
Zulfê te kêşa kemendê sed wekî Se‘dê Weqas
Bi hewadarî û îxlas wekî perwane eger
Tu nesojî ji xem û derd û kulan nabî xelas
Kîmiyayê xemê ‘işqê dike axa bedenê
Zerrê xalis, gerçî bûye paxir û ax û risas
*Wezn: Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa'ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 107, 2018, Nûbihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön