Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tim dinalim û dikalim zarezar wek bulbulan Ferqa min wê ew li ser gul ez ji ber derd û kulan Ew di baxê wesletê da, ez di narê firqetê Mame her tim ez disojim, diqelim tême kelan Ger çi ew jar û ze‘îf e lê li ser halekî tim Ji şewat û pêtiyê ez roj bi roj tême helan Ew dikare derdê xwe bêje dilî derman bike Ez nikarim bêjim her wek perperoka bêziman Dilbera! Ger tu dixwazî ku bibînî derdê min Dê ji te ra welgerînim yeka yek qatê xeman Dergehê dil ger vekim dê tê bibînî tijî ye Ji çeşîdê sitrî û vîtê û new‘ê keleman J'alekî ez bulbul im j'alê dinê perwane me Geh dinalim geh disojim bê his û zar û ziman Tim dizarim tim dinalim dikelim wek germeav Kes tune carek bike rehmê li min hey el-eman Qelbê min wek agirê Nemrûd ji xo ra hil dibe Tû yî Îbrahîm di nava bax û bustan bêguman Gemiya ‘eqlî hilanî bayê ah û pêlê xem Ez ditirsim li zinarê ‘edemê xe her zeman *Wezn: Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa‘ilatun / Fa'ilun *Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 128-129, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz