Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selahedînê Gimgimî

Selahedînê Gimgimî

2 görüntülenme 0 beğeni
Siba cejnê li dergahê me yar nîne nizam bo çi!² Gelek keyf û gelek şahî, me par nîne nizam bo çi!³ Dixwest karê me zewq û ken, sema û reqs û govend ba Dixwest em jî biban rewşen, me axîn e nizam bo çi! Dibînim xelq dikin şahî, dikin cejnê⁴ li hev pîroz Dikin zewqê li her cahî, me dil kîn e nizam bo çi! Me dil wek kozikê ar e, dişew’te⁵ mislê tendûr e Di şûna gul di dest xar e, me her şîn e nizam bo çi! Hemî⁶ dunya hemî alem, bi keyf û îşwe nin vêkra Ne cejnem⁷ hem ne sersalem, me tişt nîne nizam bo çi! Tu wek tîrek ji agir bû, dilê Serda xisar çêbû Dijê me tim, li me pir bû, me nedîne nizam bo çi!⁸ 1 Sernavê vê helbestê di (TÎD)ê de, yanî di (Çapa Tehsîn Îbrahîm Doskî) de bi awayê ‘ÎDÊ CEJN e. 2 “Siba ‘îdê gelek ronê, me par nîne nizam bo çi (SW) 3 “Gelek keyf û gelek şahî, me keyf nîne nizam bo çi. (SW) 4 cejnê: “îdê” (TÎD) 5 dişew’te: “dişew’tin” (TÎD) 6 hemî: “temam” (TÎD) 7 ne cejnem: “ne ‘îdem” (TÎD) 8 Di (TÎD) de ev malik tuneye. *Dignûg (Milazgir), 20.02.1965 *Wezn: Mefa‘ilun / Mefa'ilun / Mefa'ilun / Mefa'ilun *Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 27, 2018, Nûbihar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selahedînê Gimgimî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz