Nû roja we pîroz, di yekê gulanê
Anîna hevparî, li rûyê cîhanê
Bi das û bi çakûç, her tişt hate rastî
Bi destê wan hilat, ew nîjadperestî
Bi xurtemêr û zan, ew mirovên huşyar
Herifand in heya, Qeyserê xweînxwar
Hatina hevborî, rûgeş bûye zemîn
çêkirna Markis e, û seydayê Lînîn
Nîşana Belşevîk, ew koşa pî û kar
Qet nema pê şa bûn,, xûnmij û setemkar
Rêdara zorkerî, ew di destê koşxwar
Hate perçiqandin, bi karker û cotkar
şoreş da ser zorker, paşverûyên cîhan
Ji bo perîşana tev azad û jiyan
Li Sofyêt wekhevî, mirye zînat û zor
Bi xwîna karkera, Mosko tev bûye sor
Gihane mafê xwe, ser rêça hevborî
Gelê bindest û dar, em tev jê ne dûrî
Jê bighên mafê xwe, azad û serbestî
çi Kurd û Felestîn, tev gelê bindestî
Nû yekê gulanê, gelê bindest pîroz
Rabûna hevpêşkî, ji me re rêç û doz.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön