Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

2 görüntülenme 0 beğeni
Welatê min tu gul bû, min te bîn kir Sed derd û xem evînê dilbirîn kir Nû ve ser da te dilê min de şîn kir şahî û xweş hate dil û hinava Ji te bihar yan bihar jê xelatî Di nav dirîn û xîpan de şîn hatî Gula avdar bi rengê sor hilatî Ji te bîna misk û „ember gulava Terh û gulî şax berdan deşt û zevî Nû bişkivî xunca gul rez û devî Berdaye jêr rehê xwe xak lê civî Tê`d diçe xwar, teht û lat bê silava Reh giha ne derya xwînê bi pêdar Her vedixwin gul geş dibin li bihar Lêv û rû sor bûne tev xunca li dar Bejna gulê bi rengê kesk zirava Rehê di dil bi reha re şîn dibû Dest dane hev bi wê xwînê jîn dibû Bihara dil nû ve ew şîrîn dibû Pir difûrî bêne xweş û gulava Evîna te ez kirim himberî dîn Di dil min de kad dibû rewşa te jîn Dilawer im ji rehê te ji Arîn Aram nîne dîdara te bi çava.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilawerê Zengî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz