Ey bira tu binêre,
şax û gulyên li darê
Serî hildan ber bi jor,
Bişkoj vebûn ji xarê
Li ber roja zêr reşan,
Pelzêr l`eniya yarê
Bisk û kezî tev berdan,
Zilfên li ser guharê
Li ber bayê sibayê,
Sema tê gulyên darê
Por li deşt û geliyan,
çînçîna zilfên yarê
Hibrî bi ser xwe wer kir,
Ji kulîlkên hinarê
Bejin kada mirovan,
Wêne ji geh nîgarê
Dest û mil ezman hildan,
Hevpêçana serbarê
çi zirav û çi sitûr,
Tev ji qurmê vê darê
Rehê lingê xwe berdan,
Di nêv xaka nêdarê
Li jor ezmanekî xav,
Ne baran û şehdarê
Pertewa tav û birûsk,
Da gelî û zinarê
Bager û toz û dûman,
Ji jor bi ser tê xwarê
Ziyakî marî çar ser,
Talan bi alîn yarê
Zor û zeber li şaxan,
Zingar bû qurmê darê
Gelek ramûsan wê dan,
Ji lêvên sor sûxarê
Kuştin, mirin, armanc e,
Ji destên siyehkarê
Pir weşîn pelê jînê,
Ji perçebûn ji parê
Kurmê darê ne jê be,
Zingar nabe kevnarê
şan û rûmet nema hew,
Ne şîqîna hawarê
Ew kirasê li bejnê,
Her kes lixwe diparê
Girtî û berê te me,
Sêv ne,j dara hinarê
Zimanê lal bê gerîn,
çavê kwîr vebî xarê
Reh tu bighîne derya,
Jê vexwî xwîn li karê
Kurmê gerdin bê kuştin,
Dûv e, şûr du rû zarê
Baran bi peşk bibarî,
şebnem li dêm bên xwarê
Tişt xweş e, di çaxê xwe,
Zer bibî berê darê
şax û terhên te geş bên,
L` Mehabad û Qentarê
Agirî, Zozik û Zaxo,
Li Mûsil û Enberê
Li Cizîr û Efrînê,
Dêrsim û şanbêcarê
Ava gola bela be,
şîn bên terhên mişarê
Tovên zanînê nû kad,
Nifşên nû hoşiyarê
Riya jînê da biçin,
Berokaş û dijwarê
Ger serxwebûn bidîta,
Dê nema setembarê
Bi yekîtî û zanîn,
Liberxwedane yarê.
15-7-1984, şam
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön