Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

19 views 0 likes
Gulê rabe dereng e, bilbil hatine baxa Seranser wan yelê şîn,li ser gulyên van şaxa Ji dîdara te gulê, dil û can dan ber daxa şerger in tev têne ref, bi qîr û zar û zaxa Rojê li me daye der, bişkivîn nûke xarê şîne reng û sînemî, gulê rewşa biharê Xunçedev erxewanî, gezo bi lêv sûxarê Tav û şeveq ronahî, zemzelîk şoz ji darê Xuşîn di baxî de ket, bi firîn û perwaza Bi kuling û dar e ser, cenga bilbil û baza Bû şerê şalûr bi fir, ta qumrî û bi qaza Ziyan ji hev pir kuştin, bûne şîva beraza Ger serxwebûn ne bînî, jîna bihar ne jîn e Bilbilê mest xak e ser, gula bê xar ne şîn e Dem û çaxê cengê hat, sîn di baxê te şîn e Ne kundê serê kavil, ne kuştina bi kîn e.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Dilawerê Zengî
🛒 0

Your Cart