Kanî kanî doza we?
Ka soz û peymana we?
Azadî armanca we
Ey gelê bindest û jar
Serbilind em diçin şer
Dest bi tifeng, top û ber
şoreşger in li her der
Aştîxwaz in ne şerkar
Li serê koh û çiyan
keç û xort tev civiyan
Ala şoreşê hildan
Zan pêşketin û huşyar
Tev şagirtên gorgîn in
Roj û şev ew dixwînin
Azadyê dê bibînin
Roja aştiyê diyar.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön