Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Bi kuştin û şer Tu çi dibînî? Ev daxwaza te Tu çi dixwînî? Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Kî ye di vê rê Mamustayê te? Rêça ne durist Kir rêberê te Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Ji kê tu fêr bû Ev şewat û şûz Ayinreya te çi xwar û çi xûz Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Hişk û şînahî Ev gul û sînem Tev şewitandî Ev cobar û çem Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Bilind gur dibî Bi fir û perwaz çiqas dijwarî Ejderha û baz Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Bi bager û toz Lehî û leylan Bi teriz û berf Tev mij û mûran Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Tu kes nabînî Ne jar û maldar Her tiştî dixwî Têr nabî yek car Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Ji xeşm û zînat Zora te hiştî Va li me rabû Kevoka aştî Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Per li ba kirî Ba û baweşîn Nû li me dager Ew evîn û jîn Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Ji nû bişkivî Sorgul ji xarê Xunc û kulîlkên Li terhên darê Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir şînahî, bihar Gewre û xweşî Him co û cobar Digel çem meşî Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Tu bimre agir Em ne dostê te Bijî aşitî Jiyan ristê te Ey agir agir Ka kê te çêkir? Bi guv guv û ba Serî te rakir Ciwan û şadî Bê rewşa gerdûn Ev daxwaza me Ji jîn û hebûn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilawerê Zengî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz