Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

2 görüntülenme 0 beğeni
Di sala şêst û yekê, şoreşa me li dar bû Bi agirê azadî, ji nû ve ew şiyar bû Umîda miletê Kurd, bi dil xwestina yar bû Bi merdî, serfirazî, cana û xûn diyar bû Di heftê û pêncan de, azadiyê dinêrin Ew pêşmergê canbêzar, di meydanê de şêr in Ceng li wan bûye dîlan, bi serkewtin dihêrin Wek tîrêja birûskan, di cengê de çi mêr in Ji bo maf û doza xwe, şoreşa me hate der Bi dijmin û neyar re, mafxwaz im bi ceng û şer Hêrz û hêzên çekdarî, diçin dijmin wek agir Neyar li ber wek rovî, êrîş e, li her cî ser Gur çûye ba wî rovî, got: tu`l jîna min nagrî îro şêrê dev bi xwîn, min ji desta tu ragrî Zû rabe bi çarekê, mi`j fen û fûtan dagrî şêro wa giha Bexdê, tu wî l` cihê wî ragrî Gur, keftar û gornepaş şêwrek bi hev re danîn Li ser xakî Kurdistan, wan civatek tev danîn Ev ji me`r û ev ji we`r Kurd ji navê hilanîn çi b`kim Felek tifû l`te wan peymanek tev danîn Gornepaşê di gorê, tifû li te bibarî Kuştiyê Qazî Mihemed, tucar bîra me narî Ka komara Mehabad, tev te kuştin neyarî Bixwe timî we`m zan in, dijmin ne dost tucarî Kê bawerkir ko wî da, himber şerekî Kurda Ceng e tev lêp û fût e, erebistan tev winda Serbilindî ji me`r bes, welatê xwe tev wî da Xistî devê gornepaş, êdî ji me`r tev berda Keftar û rovî got: rab, daye gur çend balafer Gotin: Tola xwe hilîn, danê tang û top û ber Ji dengê ceng û şeran mar ji qulan têne der Gurê xwînmij û noker, ji Cezair hate der Wekî segê har û dîn, hate Bexdê dil bi kîn Li ser gundên Kurdistan balafir topan dirjîn Li ber şikeft û devya, herikî cihokê xwîn Azman û zemîn bûn sor, ji kelax û laşên birîn Himber dijminê koşxwar, bûye şer û xwîn rijî Li her rexê Kurdistan, bombe û top, agir jî Li ser gund û bajaran, pertew ji dojeh dirjî Kuştin zarok, pîr û kal, mizgeft û dêr hilweşî Li wî çiyayî şer e, hawar û qêrîn û ceng Dijmin li me bûne yek, bûne çeper ji tifeng Li ber birûsk û gulan, li ber arê gullê tang Li jêr agir û dûman, şewat û nalîn û deng Ne`b destek hatne birîn, cîhan tu pê dizanî Kanî dostên miletan li me kes ne xuyanî Xinizî pir dijwarî, ka peymana me danî Gur, keftar û gornepaş, benda wêran wan danî Ev lêp û fena dijmin, xefkek ber me vedanî Ne ko em Kurd nezanin, nîrê demê dizanî Welatê xwe tev firot, Seddamo bê wicdanî Bixwe ez im Dilawer, pêşmergê te Barzanî. 22-1-1980

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilawerê Zengî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz