Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

18 views 0 likes
Tîrêj bixwe tu tîrêj î Tu roniya gelawêj î Tu lemser û sitêra ban şeveq li ezmanê welat Te ronî kir li me ev rê Xebat bi me çiqas xweş tê Tu hozan û tu rêzanî Rêberî Tîrêjê welat Seydayê min bestevan î Pesindarê Kurdistan î şîretvanê helbestvana Lehengê van kar û xebat Wekî findê tu vêketî şiyar kir kesên raketî Xwe disojî, ronî didî îro li çar goşê welat Bi dengê xwe`y zîz hawar kir Te pênûsa min şiyar kir Hêrs bi xurtî daye milan Ji te min nas rêça felat Em Kurd divên, rizgar bibin Ne roj bi roj j` hev par bibin Bi yekîtî û dilsozî Bi dilrastî bikin xebat Xebatkarên ji bo şûnkar Ji milet re nabin xembar Bûn narvîna gelê Kurd Winda kirin, doz û welat Divê nezan wer nemînin Tim xwariyê rast nebînin Ji dozê wa pir dûr ketin Mizgîn li we “XELAT”(*) va hat. Ez çi bêjim ez bi qurban Sed bilbilê baxê Botan Di pesnê te`d lal e ziman Ji rengê me ceger şewat Têne sotin wek mûme ne Zana l`ber ronya me ne Ronakbîr û hozanî tu Ji bo milet, ji bo welat. (*)Xelat: Navê dîwana seydayê Tîrêj ya yekemîn e.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Dilawerê Zengî
🛒 0

Your Cart