Di xakî me yî Comerz
Hebû yek şivanê pez
Dêm qermiçî rû bi bez
Li ser kerê durv gewez
Ebrû li jor, çav newal
Cilê wî şapik û şal
Piştgir bi caw û destmal
Rext û tifeng, li`pişta kal
Eyarşîr ji avê mişt
Xurcik li mil tev de tişt
Nan û xwarin tev li pişt
Caw kulav xencer tenişt
Gore di nig, kab jê qîç
Pêlek çaroxê derpêç
Hiş lê kevan in ew pêç
Pez û kerê wî dorpêç
şivanê me bilûrvan
Pez tev ji berx û miyan
Bizin û kar û beran
Ker di civî digel wan
Ser dengê bilûra xweş
Pez dikenî rû bi geş
Digel şivan bû gerdeş
Ne ken ji ker, rû ne xweş
Di keniya kerê têr
Sermezin û mij bê kêr
Ji dengê bilûra pêr
Nû di hiş de daye dêr
Hovnak û matê serê
şivan pirsî ji kerê
Ev çi ken ji te bê rê
Te çi bihîstî berê?
Ker veqetî ber bi jor
Ewî got bi qûre qûr:
Pez dikenî ber bilûr,
Digel wan min daye qûr.
Ey kerê guh ne dêrîn
çîroka bilûr zêrîn
Rêbera pez, berx û mîn
Diçêrin ji tuxmê jîn
Digel bilûrê b`pirsin
Pez ji hevdû biçirsin
Berx û mî l` tev bipirsin
Gur û rovî bitirsin
Her beran nebêje ez
Nerin hev bi poş û bez
Ker ko nede pêşya pez
Bi çi rengî rû gewez!
Bilûra ber kera ye
Finda li nav kwîra ye
Kerê li şûn kera ye
Kwîr rêberê kwîra ye
şivan, bilûr çi çinî?!
Mejyê zengar sekinî
Pîrê bi tevik binî
Nav serî mejî jenî
Ker pêşya pez hilînin
Bela nav me`d ne mînin
Rêça xwar jê dibînin
Bilûra pez bixwînin
Ew bilûra hoşiyar
Pez dide çêrîn û kar
Civîn digel wan diyar
Ker û gur jê man bêpar.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön