Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gazin nema xwedî şûnkar Êdî ji we bikin yek car Dilmayîn ne ji bo neyar Ev daxwaza karê we ye?! Karê we ma di sersala Yekîtî dan dest peyala Vexwarina xwîna pala Ev giştin û karê we ye?! Li ser masan dighêjin hev Noşîna mey qurpîn e tev Paşgotin û berberî ev Pêşketina karê we ye?! Bi gotinên we`y ser pela Rizgar bûn gel wekî gela Rengê we tev sor e, bela çi perçe û parê we ye?! Roj bi rojê perçebûn e Kêsbazî û serxweçûn e Ji bo gel ne pêşveçûn e Pergîriyê karê we ye Yekîtiya ji bo welat Ev doz ji we tevan dihat Ji bo xebat nabin civat Ev kar ne ji karê we ye! Ka we çi kir çi bi ser dan?! Heta kengî bi van xapan Rik û pefçûn, dij û dilman Bawerî neyarê we ye Doza welat kavil kirin Êdî ne bes parvil kirin Ne bawerî ne dilkirin Êlî pesinkarê we ye Eman ji ber destê keftar Gur û rovî û segên har Gornepaş û deh rengê mar Teqez ev „iyarê we ye îro milet j` xew şiyar e çav li rê û bendewar e Li dengê min xweş guhdar e Gel qet ne hevkarê we ye Bi rastiyê bikin xebat Yekîtî bi kom û civat Dest bidin hev roja me hat Kurdistan ew warê we ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilawerê Zengî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz