Pêşbaşê welat im ez
Ji cengê re hatim ez
Cegersoz xebat im ez
Mirin serşorî nebûn
Erdeşêrê cengîn im
Hoşiyarê hojîn im
şervanê te bengîn im
Hêrz û hêza serxwebûn
Serkêş û dijwar e rê
Pira çêkin j` nifşê bê
Can û ser ji kesê çê
Pê şoreşê rêvebûn
Evîndar in netivî
Daxwaza me wekhevî
Mafê jînê me hêvî
Her şar û gund ev hebûn
Tevde bibin zanrêber
Bi azadî û bawer
Li ser rêça te karker
Bi daxwaza xwe şa bûn.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön