Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî

2 görüntülenme 0 beğeni
Riya me çetin û kêş Deh gav li paş yek li pêş Karê me birîn û êş Riya xwar qet naberdin! Ji karê we`y çewt û şaş Em mane îro li paş Dijmin sermiyan win aş Ervanê me nayerdin! Aşê me yî olperest Gerra xwe de ne dirist Bi gemsarî karê sist Ceh ji genim naverdin! Gerra êş ma ser Xwedê?! Xizano ma kê tê vedê! Dema ger serî berdê Cotkar û karker merd in Karê me yî sed sala çiq çiqa çerxê vala Li ber êş mane pala Hîn bê ser in, çi ser din! Ervan bi xwînê sitran Ardû ji me laş dadan Ronî j`kamaxê laşan Ronak da wekî find in Kavil û xirbe xan û man Aşê ba li ba ka ervan Ew rêberên doza kurdan Perçe û par û bend in! Ey çerxa li bagerok Serî û laşan bijok Xûn li ber te bû cihok Her partî jê du bend in! Partiya şê çerxa dem Co xûn yek rê ji êş çem Dengê êş hêrana gem Bo şûnkar û êl mebin! Hêrane ervanê jîn Bi serbestî Hind û çîn Azadiya êş bi hîn Wek wan nebin em çi bin! Aşê xûnmij û pîsok Kurdên nezan û tirsok Bê sermiyan û kesok Rêça dijmin hew berdin! Aş ko ervan neyerdê Zîwan jê cida nedê Xûna sor ronî ne dê Rizgar nabin her hebin!!..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilawerê Zengî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz