Cizîrê wa xweş Cizîrê
Tucar naçî tu ji bîrê
çav li rê û bendewarî
Dîla bi bend û zincîrê
Ser sînga te Waşokanî
Ew wargeha me Kurdanî
Koşk û keleh hatin xwarî
Jê re dibên Serê-Kanî
Cizîra min gewr û rind e
Tev de bajar û bi gund e
Deşt û gelî, av û darî
Xabûr bi xuşxuş û hind e
Xakî şehdar, pitrol û kan
Zêrê sipî, reş bi kê man?
Zêrê zer koşa cotkarî
Bi destê kê we tev berdan?
Zanin ko em xwedanê cî
Xwedanê vî deşt û gelî
Xwedanê vî xak û warî
Me ava kir bi kama pî
Em Kurd in welatperwer in
Ne nandoz û ne noker in
Ne hevalên yên kedxwarî
Cegersoz û cengawer in
Ev zinara ko li Cizîr
Li gerden me bûye zincîr
Bi setem û bi koşxwarî
Dixwazin me bikin jibîr
Tucar gundê xwe bernadin
Em zanin ko win bê dad in
Karê we kolê zorkarî
ji zadê xwe kulmek nadin
Cotkarê mêr, jîr û mêrxas
Dest hilgirin tevir û das
Kulî zadê me tev xwarî
Em xizan tev mane pêxwas
Li Cizîrê û li Efrîn
Li Kerkûk û li Nisêbîn
Kobanê û Endîwarî
Li Mehabad û Hindirîn
Ji bo welat em dibêjin
Ne wek we em dilqirêjin
Nîjadperestî, zordarî
Vê ji serê xwe bavêjin
Warê bav û kalê min e
Tiştekî we qet tê tine
Wekhevî û bi dostyarî
Ev daxwaza me ye bine
Daxwaza me biratî ye
Mafhebûn û wekhevî ye
Lê rêdara we bê çarî
Guhnadêr in sûde çiye?
Win carekê temaşa kin
Vî zinarî j` nav me rakin
Bese dijmin, setemkarî
Pêşketiyê vêga bakin
Bi rengê we`y kevneperest
Sipartin nakin ne radest
Me berxwedan û pêdarî
Bi das û tevir û bi dest
çerxa gerdûn, wa pêşketî
Miletê Kurd, ne raketî
çi daxwaza vî zinarî?
Bese weha bê rûmetî..
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön