De birê kin, de birê kin
Xortê cengê l`pêş birê kin
Rext û tifeng li mila kin
Ala rengîn dest birê kin
şoreşa Kurd destbirêkin
Dest bidin hev wek bira bin
Roja cengê, ne bela bin
Pişta dijmin lê bişkînin
Kurdistanê em pê şa bin
şoreşa Kurd destbirêkin
Ne winda bin l`hev bipirsin
Zora dijmin qet metirsin
Bapîrê me Keyxusro ye
Hûrî û Mad, ne ko Firs in
şoreşa Kurd destbirêkin
Rêça me lê xwîn û dijwar
Bi rastiyê ne çewt û xwar
Di vê rê de gelek çûne
Bi serbestî xebat û kar
şoreşa Kurd destbirêkin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilawerê Zengî şiirlerine dön