Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Xizmîne! çi şitêkî başman bû, ke çî wa gum buwe
Êşî zorî bo debînîn, wa le destman derçuwe
Hakimêk bû, ‘alemêk giwêy lê degirt, wa royîwe
Kewtime dûy bîgêrrimewe, nazanim êsta kiwê çuwe
Nawî ‘eyb e, ew nema, wa êsta pekman kewtuwe
Carî caran bitwitaye ‘eyb e, xellik şermî ekird
Herçî hellgirtaye ‘eyb bû, day ena zû destûbird
Taze piyakewtû xerîkî bûn le nawyan derebird
Nuqteyekyan xiste ser ‘eynî be xeybyan naw ebird
Seyr ken wa ‘eyb le destyan xeyb e, xoy gum kirdewe
Quwet û pişt û penay exlaq bû bo em ‘aleme
Ger billêm ziyatir le ‘Usbe hukmî bû, hêşta kem e
Ellbete rêy paredizîn û xwênmjîn ber bû be me
Ehlî namûsîş le layan wa ye rojî matem e
‘Eyb nemawe boye xawen pare wa serkewtû we
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön