Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Bawerr dekem ke rohî billind namirê her dejî
Caran be xew bû, êste be dîmane hate dî
çend giyanî mirdû bang ekirê, giftûgo eka
Fen bo jiyan, ta serî giyan cistûco eka
Birrwane asman bote cîlwegahî nûr
Giyanî Zehawî ye ke edirewşêtewe le dûr
Giwêm lê ye bang eka ke be xêr bên be komellî
Em hatinetan nîşane ye bo rengî yekdillî
şad im be mey be meyle we yadawerîm eken
Diyar e be qedrî xwêndine we berz ebêt weten
Ta hurmetî guzeşte bê, taze pê ega
Xwênî hemaset helldequllênê le naw rega
Derkewt Zehawî wa le dillî ême da ejî
çend bextiyar e, diyar e ke awatî hate dî
Sed sallî tir bipirsî: Cemîl Sidqî wa le kiwê?
Dengî billindî xoy le hemû şî’rê dête giwê
Nallêm ke heykelêkî bibê, wêne, mirduwe
Dîwanî şî’rî çaktir e, nawdar e, zîndû we
Pêrar be şî’rî ew bû ke Fîrdewsî Nasira
Fîrdews buwe hewarî dû Fîrdewsîy wek bira
Kake Cemîl! Be yadî cemîlit bû şî’rim hat
Raweste! Zorî nawê, wext e minîş bême lat
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön