Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Beharman bo hat, bellam be birsî
Kes le seyran û şayî nepirsî
Sallan her basî gull û gullzar bû
Neş’ey nêrgisî dû dîdey yar bû
Bangî bulbul bû le ser çillî gull
Temî zistanî errewand le dill
Emsall kingir û gêlaxe baw e
çunku giranî û mirdin le naw e
Hêşta zistan e û tazebirîn în
Xaw nebûynewe, xoman bibînîn
Hetawî behar berdî gerim kird
Katêkit zanî wityan: Fillan mird
Le ber ewe ye, wek bêsaranî
Lem behare da bûme zîndanî
Ew fermûyetî: Newbehar siyan
Emsall we dîdem newbehar siyan
Nûrî bînayîm ce dîdem ciyan
Be hîç rengê da meta û diyan
Min heryend megnum çem we dînî gull
çun xunçey newxêz letlet mebû dill
Her gull neşterê, her sewsen xarê
Her çemen zîndan, her şetaw marê
We bextim bidiye çe tewrê şêwyan
Supay meynetan wenem dîwiyan
Wa bulbul be ser gull da exwênê
Nexmey zebûrî Dawid enwênê
Ew be neş’ey keyf, min be daxewe
Nallenallman bê le toy baxewe
çunku mehrûm im le behar carê
Ser denêmewe le pay muxarê
Bem hemû derde û be dîdey nimnak
Haka xelltan bûm rojê le rûy xak
Ax bo hemderdê hawdem û yar bê
Wek min xefetbar dill birîndar bê
Destî yek bigrîn, rû bikeyne şaxan
Pêkewe bigrîn her dû le daxan
Em xakey kewa le rûy zemîn da
Silêmanî ye le rûy nigîn da
Têk hellşêwawe be bay ballî dêw
Hemû le birsa rû dekene kêw
Destî dillsozê dewayan naka
Wa detillênewe le perdey xaka
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön