Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pîremêrd

Pîremêrd

16 views 0 likes
Burcî rojî kurd ke rojhellat bû Helman hellnekewt, beşman hellat bû Qafiyey ekrad her bednîhad bû Bûmî şûm le şiwên bûmman dillşad bû Serçawey Dîcle le Diyarbekira Hênd xwênî kurdî têkell ekira Wek erxewan sûr ebû be lafaw Pîrêjinî çerx eykird be sûraw Ta Xuda way kird roj gerrayewe Dadî hejaran pirsirayewe Le rojawawe rojman bo hellat Xûlî mexûlî biyaban hellat Ellên katêk roj egerrêtewe Dewrî zordarî ebirrêtewe Ebê be dewrî Mehdîy ser zewî Le ser ayînî xatim en-nebî Peyrrewî Nebî dîmukratî ye Dîmukratî ye, rû le hatî ye Min bawerrim kird ke em ayîne Awêne ye bo kurdî safsîne Min siwêndxwaranim boye xoş ewê Em care firyay êmeyeş ekewê Egîne min xom le kê dadime Nan û kebabêk ser û ziyadim e Mayey jiyanî ême ke ba bê Bo neygorrimewe min be kebabê!

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pîremêrd
🛒 0

Your Cart