Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Bo ew zanayey wa le çemçemall
Her ew tê ega le qall û le hall
Le lam textî Suleyman bo ye ba eybird be asmana
Bizanin selltenet ba ye, beqa nabê le însana
Ke wa bê, ke wayiş bim, textî babirdûm le la ba ye
Ke ba bê, ba kebabê bê, ke babîşim be xorra ye
Mellên to newsinî! Bawkim be nanê cennetî dorrand
Min ew nane kebabîşî le gell bû dillmî hellsûrrand
Le kurdî da kebab babolle ye, bawkêk e wek bab e
Le firzend bim îtir bo? Qedrî babe negirim? Erê babe!
Ellên alltûn be hellkendin be dest dênin le naw berda
Be rohkendin meger pareperistê destî lê berda
Be sed dane dellek zatê le ser kursî newab danra
Dellek nebiwaye çon wa zûbezû ew cêye bew edira
Be birjang dewrî çawî xom tenî, telbendî pasar e
Ne wek xew bêt û ew derçê, ke xew zordar û lasar e
Hemûy Hîtler bû qewmandî, ecel lem nawe bednaw e!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön