Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
çete ger kiz bê, niwêjkere û çak e
Gurg kellbeyî neşkê, çawerrêy lak e
Pişîle ke le şiwên ciger ewdall e
Neyegeyiştê, pêy egut tall e
Siplle birsî bê, çaw berew jêr e
Ke têrîşî xward pêt ellê: Siwêr e
çaw mebirrere dest newsin, fêr ebî!
Be parûy xellkî direng têr ebî
Ebê bo dinya dest bideyte dest
Hîç kesê hîç kes nabate beheşt
Felek dewlletit le dest esênê
Her nawî çak e bo to bimênê
Eger padşay rûy serzemîn î
Rojê bo nanê doş dademênî
Le pirrê kurrê, piyaw sersam eka
Tecrebey dewran însan ram eka
Ellên dill weku awêney nûr e
Bellam ke şka, letî tendûr e
Kawlekey weten hênde şîrîn e
Jarî dûpişkî ‘erbet hengiwîn e
Dirext nanêjin le tirsî terze
Hîn e, metirse û hîn e, melerze
Toş nebî dîsan newroz dêtewe
Xirûsîş nebê, roj ebêtewe
Qena‘etkar im bê tirs û bê wey
Sîrwan lêt nedem hêşta her dembey?
Qapreş û Hemey piyawman bûn be piyaw
Karman dirust e têr pirr e le caw
Bellê hîç şayê bê şalyar nabê
Hîç bêstanêkîş bê kalyar nabê
Piyaw be zor bîben bo mazûçinîn
Errwanête dar, naçê le ber qîn
Ezanîn xallî le Xorasan e
Nazanîn çî ye ew renge ciwan e
Da’îm le gell yek şerrmane û hera
Hello be tîrî perrî xoy kujra
Ewî ke dellên şêr be giwê degirê
Kewte deryawe, dest be mar egirê
Rêwî be tenya be kuna neçû
Keçî hatewe hejgêkî le dû
Eger hekîmî bizanyaye wird
Keçell dermanî serî xoyî dekird
Dewllemend pareyî be kes nedawe
Ke çî zor kesî errwa le diwawe
Ew serey ser bê, bê killaw nabê
Derya be demî seg gillaw nabê
Piyaw ke dana bê rê be ’îş eba
To ba danaş bî, baz hem pirs eba
Mellên şîlawg mayey penîr e
Fîtne hewênî no mencell şîr e
Be xizmayetî hemû her lek in
Ker û xollemêş amozay yek in
Bo mîwandarî bû be behane
Xizmî xezurî letkey şêxan e
Endazeêyk e bo çawlêtirsan
Tawê le pîran, şewê le zistan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön