Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Berdtaşê ’eşqî Xuday kewte ser
Xuway xoş ewîst, le ra bê xeber
Bo xwaperistî çûwe kêwî Tor
şaxekey taşî bo xoy kird be jûr
Way dezanî Xuwa wek ême wa ye
Derbestî nan û niwên û kewa ye
Deygut: Xuday xom, bînayî çawan
Rojê were lam bibe be mîwan!
Dest û pêt eşom be sabûn û aw
Nallçey pêllawit egirme ser çaw
Eçim le lay şiwan şîrit bo dênim
’ûd û bixûrit bo desûtênim
Mandûy? Serxewê bişkêne le lam
Êşkit egirim. Metirse, aza m!
Eparrayewe herwa eynalland
Be soz û giryan cergî esûtand
Ta rojê Mûsa çûbuwe kêwî Tor
Giwêy le dengê bû, eynalland le dûr
çû pêy wit: Kabra, boç to nazanî
Xuwa beşer nîye bêt be mîwanî
Carê min gutim: Xotim nîşan de!
Fermûy: Nambînî. Xot ezyet mede
Sengteraş girya be dillşikawî
Xuwa fermûy: Mûsa to natewawî
Xoşewîstî min boç errencênî?
Ew dilley minî tiya m eyşkênî?
Ewî be ziban zîkrî min deka
Hîç e. Em bo min wa kêw kun deka
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön