Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
çend xoş e hestanî demî beyanyan
Bo giyanî rûn nûr debarê le asman
Le cê hestam cirîwey çoleke hat
çawim şûşt û cilim gorrî, roj hellat
çam xwardewe û cantam girt be destewe
Hatime mekteb çûme sinfî dersewe
ça, bû şukir be dersim da geyiştim
Dîte? Zû hestabûm, çak tê geyiştim
Rûm kirde Xuwa be dill lêy parramewe
înca lêy danîştim be aramewe
Bîrî emem dekirdewe, axo dejîn
Bem xwêndine kellkî nîştiman bigrîn?
Bellê boye arezûy xwêndin ekem
Her xwêndin e awa ka willatekem
Roj le rojhellat hellat bem xwêndine
Xwêndin bo diwarroj wek towçendin e
Tow deçênim mîllet pêy derrwêtewe
Bem koşişe pere egirê netewe
Wilatim awa bê, minîş ke mirdim
Rohim nîgehbanî ye, kiçe kurd im
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön