Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pîremêrd

Pîremêrd

25 views 0 likes
Beharî rûzerd, beharî rûzerd Minîşî xiste kej û kêw û herd Rengzerd û serşîn derûn pirr le derd Bo ’alem şadî û bo min ahî serd Cergim letlet e wek hêllî naw werd Ax bo dillsozêk bom bê be hawderd Reng hellbirrêjê le şêwey behar Lew rengey xoş bê lay dilley xembar Le gullezerd reng, le gullnewroz dax Le şewnim firmêsk, le temî çem ax Le wenewşe şîn, le nêrgiz xumar Le gulalle xwên, dîdey şewbêdar Le xunçey peykan, le sewisen xarê Dill birîndar ka le dûrî yarê Min le dûrî êll cergim xwênîn bê çend xoş e birîn le ser birîn bê Egerrêm be şiwên derdedarêka Kesûkar kujraw dillzamarêka Wek taqtaqker e ta demî beyan Nallenallim e le ser kelîxan Lafawî firmêsk le dûrî yaran Serewxwar errwa wek lêzmey baran

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pîremêrd
🛒 0

Your Cart