Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ellêm derçim le dinya da, bike rehmê heta mawim
Le helqey zullfî şêwaw da, kewa gîrodeyî daw im
Nemawe hoş û eqllim, îxtiyarîşim le dest derçû
Be tîşkî rojî ruxsarit, serapa hellpirrûzawim
Le taw dûrît derûnim agirêkî tiya ye zerdeştî
Henasem bew girre wa germ e, her bew ahe sûtawim
Cefa pîşe! Ewa mirdim be zexmî tîrî mujganit
Le qebrîş da be nawî to mela tellqînî dadawim
Meken lomem le dinya da, kewa xom xiste dawî ’eşq
Eme fexrêk e bo mehşer le zumrey aşiq e nawim
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön