Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Befrî rûspî be deme û behar
Serî dayewe, sermay pê bû har
Awedanî û çoll wek pemudan e
Lelokey befra têk ra penhan e
Dillsard û rûrreş bêbezeyî ye
Rûspêtîyekey nawê turkî ye
Wek genmeşamîy birêşkey ser sac
Spî hellgerra, hejar bê ’îlac
Kilke xakenaz le serma sûta
Giwêswanekanman be zuqim rûxa
Gopkey dirextî nazdarî tirsan
Pelkî wenewşey sîs kird, çirûsan
Ew çawe ciwaney nêrgisî kiwêr kird
Bestellek destî xanimellêy bird
Pîrêjin ellê: Befir ard buwe
Qediryan negirtuwe û le kîsyan çuwe
çî debû, befir şekir buwaye?
Sermaye ebû bo em sermaye
Hatuwe xoy pîşan hellekok eda
Carrî rîswayî kokekok eda
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön