Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pîremêrd

Pîremêrd

24 views 0 likes
Em şew bom rêkewt, çûme xizmet yar Ne rêy pasewan, ne bed, ne exyar Tenha se’atê, tenha min û yar şew xerqey nîlîy qetranî poşa Kelleşêr bêdeng, bangî nexiroşa Murxî ’erş le cêy xoy hellnîştibû Diyar bû mandûyetî rojî çêşt bû Kakêşan barî kerî kewtibû Reşkekayî le ser rê hellriştibû Gay hewtewane kay zor xwardibû Hewsarî bedest qutib spardbû Ew şewe Leyla û Mecnûn lêk kewtin Hêcgar le ’eşqa nedesirewtin Awatexwazî xellik hatibuwe dî Le rûy eflaka cûllet needî Hellsam xom gurc kird, aza, şêrane Nemdegut hîç kes le lam însan e! Xerqey şewgerdîm kêşa be ser da çakî dawênim kird be kemer da Royîm ta geyime astaney leyl şêtane wêney qeysekey Duceyl Geyime jûr serî le nîweşew da Êşikçî kenîz hemû le xew da Be edeb pêm na çûme serînî Maçim kird xallî lêwî şîrînî çawî hellbirrî sewllî xeraman Yexey dadirrî ser ta be daman Witî: Kam bêşerim le nîweşew da Wa hellîsandim le şîrînxew da? Berqî ruxsarim bida le cesteyî Hellîqirçênê endamî xesteyî Witim: Ey şem’î rûy nazenînî Perwaneket hat ta bîsûtênî Min be hîway ser nehatme êre Qurbanîyekey tom bimikuje, xêr e şorî ’eşqî to bê tirsî kirdûm Herçend e zîndû m, le rîzey mirdû m çawit bîmarî be naw le ser e Piyawkuştin le lay bîmar xeter e

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pîremêrd
🛒 0

Your Cart