Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Xozge yar ebû be xawenqeriz lêm
Le hemû şiwênêk bataye ser rêm
Yar le naw reza seyrî tirêy kird
Bollêkim lê xward, mest bûm destûbird
Be yadî çawî badamî leylam
Xwênî bedenim bû be ron badam
Firmêskim bo rûyî le berd tika bû
Berd bû be şûşe, gullawî tiya bû
Mangîş le yektir kewtûne gizî
Remezan cejnî le şewwal dizî
‘Eşrey muherrem ke cejnî Nûh e
Bo şî‘e buwe be şîn û newhe
Siwênd exom hêşta yarim nedîwe
Le gellî tûş bûm, hoşim perîwe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön