Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Xellkî hawarî çawî bedyan e
Ke çî xenîmî min çawî ciwan e
şa‘îr teşbîhî mang eken be rût
Seruyîş dadenên le gell balla cût
Mang le rastî rût wicûdî nîye
Seruyîş bêser e nimûdî çî ye
Be lêwit ellên aqîqî all e
Aqîq bêgiyan û bê hall û xall e
Aqîq berdêk e her bo nexş eşê
Lêwit giyandar e û rûhîş ebexşê
Dem demî ‘îsat bû bû be hawdem
Ew giyan eda û min giyanî bo dedem
Rûy to nexşêk e û Celal daynawe
Seyrî sun‘î ew bê nuqte mawe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön